Min go; zahf germ e!

Merheba ji wer canik û camêrno. Ew ro min karîkaturek dît. Kesek mirîbû û çibû dinya dinê. Ji ber wek me gişa gunehî wî pir bû, wî dişînin dojehê. Du kes tên dikevin bin milê wî û wî li dû xwe de dikişkişînin. Dibin ba zebanî ku wî di nava agir de bişewitîne. Zebanî bang dike û dibê; dev ji vî yê han berdin, ew Qoserî ye. Ji xwe têra xwe şewitiye. Bi vê karîkaturê pir keniyam. Ji ber ku ez vê şewata welêt her roj dijîm. Niha tu vê karîkaturê nîşanî yekî ji behra reş an yekî Ûris bidî wê bibêjên ka maneya vê karîkaturê çi ye? Ji ber ne germa me dîtine û ne şewata ku em tê da diqilqilin zanin.

Her havîn em di nava vê germayê da şerpeze dibin. Di ser da jî Dedaş ceyranê li ser me qut dike. Ji sibê heta êvarê rojê heşt saeta ceyranê qut dikin. Ji bilî ku dibêjin nizam têl qetiyayî yan trafo teqiyayî. Hema bibêje rojê herî kêm duwanzdeh saeta em bê ceyranin. Ji cerga tê bîra min zulma Dedaşê wiha ye. Îja ev ne bes e gava ceyranê qut dikin bi wê re av jî dere. De îja were debar bike. Milet giş bê destnimêj digerin. Kes nema kare nimêjê bike. Ew ro yekî vîdeoya xwe, ya destnimêja teyemumê bi axê dike kişandibû û bangî Dedaşê dikir û digo binêrin bê em di çi halî de ne. Hûn bawer bikin kes nema dere destavê jî. Her çiqas zor be jî herkes dev lêva xwe dike û li benda av û ceyranê dimîne.

Bifikirin heyra, deh duwazdeh saeta ne ceyaran û ne av. Û ev germa welatê me yî ku erd û ezman disincire. Ji ber ku ceyran tuneyî tu li hundir difetisî. Gava ku tu xwe davêjî derve alava agir difûre ser çavên te. Her kes dibê ev havîn biqediya em ji vî ezabî xelas bibana. Ew ro hevalakî min jî ev gotin kir. Min jê ra go; heyra, yên ku behr li welatê wan heyî û yên li betlana ger û geştê dikin ji kêfa fîk fîka wan e. Ew dibên bila havîn xelas nebe. Tenê yên welatê me dibêjin rok berî rokê em ji vê germa havînê xelas bibin.

Belê, ji ber germa welatê me em giş reş xeniqî ne. Tê bê qey em rojê danekî tenûrê dadin rûyê me teva şewitiye. Hew rû û dest û milê me wa reş şewitiye ha. Cihê ku tavê lêxistiye. Ji serî ber jêr em bozik in. Ez bixwe wiha me û meseleyek min li ser vî hawî heyî. Wan salê ez di Jiyan Tvyê de weke pêşkêşvan dixebitîm. Gava min dest bi kar kir havîn bû. Ji xwe ez ji tavê şewitîbûm. Bernamê me jî wer li derve di bin tavê de bû. Wext bihurîbû dawiya payîzê. Êdî me hew tav didît. Min jî têra xwe bername kişandibû. Ez rabûm hatim bajarê xwe, cem dê û bavê xwe. Nêzî panzdeh rojan ez mam û hema bibêje ez qet derneketim derve. Piştî ku ez vegeriyam û çûme cîhê kar nîvro bû. Di Jiyan Tvyê de aşxaneya me hebû. Min go hela ez parîk nan bixwim. Min nanê xwe xiste tebexa xwe û ez li ba hevalan rûniştim. Hevaleke me yî jin mi’dî ji min pirsî û go; ev te çawa xwe wer gewrî boz kiriye.

Ew jî zêde reş bû rebenê û bo xwe meraq dikir. Min go, wele min tu tişt nekiriye. Go; na wele tu rast nabêjî. Ez keniyam min go; wele ez rast dibêjim. Go; ma tu kesekî esmerî lê niha rûyê te gewrî boz e. Min go; heyra ji ber tava havînê ez wer reş şewitîbûm. Lê ya rastî rengê çermê min wiha ye. Min kir û nekir ji min bawer nekir. Dawiya dawîn go, ti qerfê xwe bi min dikî û xwe xeyidan û rabû çû. Hay jê hebû ku min bi hin dermana rengê çermê xwe şayîk û bozik kiriye. Ma bi vî hawî ba qey min ê ji te re bigota. Ma me li talanê hev du nexistiye. Piştî evqas sal derbasbûye jî ku em digihên hev em hîn jî qala vê meseleyê dikin û dikenin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx